LRC歌词

Kanîya ava heyatê
Şekerqend û nebatê
Wey li ser çavê me hatê
Dil ji min bir ahî dil

Rû ji rojê rengê dojê
Dûrîya wê dil disojê
Min ku dîtî ew bi rojê
Dil ji min bir ahî dil

Pir şirînê, nazenînê
Kuştime wê ez bi dînê
Dêm ji şana hingivînê
Dil ji min bir ahî dil

Şox û şengê gul ji rengê
Xwînxwerê, Teymûrî Lengê
Dame ber top û tivengê
Dil ji min bir ahî dil

Wê delalê dil li balê
Serwebejnê gul ji xalê
Ebriwên wek nûn û dalê
Dil ji min bir ahî dil

Tê ji banî lê giranî
Boşîya gulreng hilanî
Roj û heyv bûne xuyanî
Dil ji min bir ahî dil

Dêmspi xalgewr û sorê
Bûne çember bisk li dorê
Her du ebrû birne jorê
Dil ji min bir ahî dil

Ebriwên xar û ziravik
Dêm û bisk bûn dav û danik
Lê dema da min silavik
Dil ji min bir ahî dil

Wê silav da min bi çava
Agirek berda hinava
Wey Xwedo mala te ava
Dil ji min bir ahî dil

Dil ji min bir şox û nazê
Wê çi kin qêrîn û gazê
Ketme tora borcewazê
Dil ji min bir ahî dil

Ketme tora keyxwedayê
Min dema awir vedayê
Dane dil lerzîn û tayê
Dil ji min bir ahî dil

Lê dema dilber vewesta
Mersefa qehwê bi desta
Sed xwezî min jê bixwesta
Dil ji min bir ahî dil

Çend qedeh şerbet ji lêva
Min vexwarin, lê ji rê va
Dest bezîne her du sêva
Dil ji min bir ahî dil

Ez ji wê dîdar û dînê
Ketme nêv pêlên evînê
Ma çi daxwaz e ji jînê?
Dil ji min bir ahî dil

Ebriwên wek heyv û dasê
Bejn û bala serw û asê
Da me şerbet wê bi tasê
Dil ji min bir ahî dil

Bisk li ser dêman belayê
Zilf bi ser de rengê layê
Wek Huseynê Kerbelayê
Dil ji min bir ahî dil

Biskbitêlê serbizêrê
Lê benî berdane jêrê
Awirên wek şûr û şêrê
Dil ji min bir ahî dil

Newqziravê rû ji tavê
Lê gulî wek bend û davê
Dil ji nişka ketye navê
Dil ji min bir ahî dil

Serbizêrê, biskbitêlê
Xanima bajar û êlê
Dame ber tîrêj û pêlê
Dil ji min bir ahî dil

Keyxwedayê şarezayê
Ez birim birca serayê
Min dema destê xwe dayê
Dil ji min bir ahî dil

Dest bire ser mil ji rê ve
Şerbeta leymûn û sêva
Xanimê da min ji lêva
Dil ji min bir ahî dil

Lêvşirînê peyveqendê
Rengê berfê sîng û zendê
Min ku dî dil ketye bendê
Dil ji min bir ahî dil

Porşevê rû rengê rojê
Lê bi çavan dil disojê
Dûrîya wê rengê dojê
Dil ji min bir ahî dil

Lêvşirînê, hingivînê
Min dema lêv hingivînê
Agir û pêta evînê
Dil ji min bir ahî dil

Pir çelengê xweş ciwanê
Lêv ji sorê erxewanê
Ebrû wek heyv û kevanê
Dil ji min bir ahi dil

Ebrûheyvê qendelêvê
Paxila ko sêv di nêvê
Min dema dest birne sêvê
Dil ji min bir ahî dil

Bejna şaxê nû şivînê
Dêm ji rojê porşevînê
Ew dema hatî civînê
Dil ji min bir ahî dil

Ew bi şev hate civînê
Zerkirasê bê kitanê
Nazikê wê meşgiranê
Dil ji min bir ahî dil

Nazikê şox û şepalê
Dêmdirê gerdenşemalê
Ebriwên wek nûn û dalê
Dil ji min bir ahî dil

Dêmdira ebrûşikestî
Şê gulî berdan bi mestî
Min ji dev maçek dixwestî
Dil ji min bir ahî dil

Kanîya ava Hesarê
Min ji dev şerbet vexwarê
Ez di ber de ketme xwarê
Dil ji min hir ahî dil

Serxweş im ez mest û gêj im
Xwîn ji çavan ez dirêjim
Lê nizanim ez çi bêjim
Dil ji min bir ahî dil

Xwîn ji çavan ez dinalim
Tim bi qîr û ah û nal im
Dilciwan im pîr û kal im
Dil ji min bir ahî dil

Pîr û kal im dil ciwan e
Her wekû kul tê nemane
Yar bi lêvên erxewane
Dil ji min bir ahî dil

Yar bi wan destan û zenda
Pêçîyên wek mûm û finda
Şerbeta lêvan bi min da
Dil ji min bir ahî dil

Borcewazê, gewr û nazê
Gawirê, wê dilberazê
Guh neda qêrîn û gazê
Dil ji min bir ahî dil

Serbizêrê, penceşêrê
Agirek berdaye dêrê
Geh bi xencer, geh bi kêrê
Dil ji min bir ahî dil

Kanîya zêr û dirava
Wê bi tîrên her du çava
Wey Xwedo mala te ava
Dil ji min bir ahî dil

Newqziravê serdiravê
Her demê bedlakî tavê
Wê bi dêmên rengê tavê
Dil ji min bir ahî dil

Keskesorê, mû bi morê
Êzdîya Şengal û Torê
Geh bi nazî, geh bi zorê
Dil ji min bir ahî dil

Ronîya çavên te Seyda
Ya ji ber bû şêt û şeyda
Carekê çi bikî me xeyda
Dil ji min bir ahî dil

文本歌词

Kanîya ava heyatêŞekerqend û nebatêWey li ser çavê me hatêDil ji min bir ahî dilRû ji rojê rengê dojêDûrîya wê dil disojêMin ku dîtî ew bi rojêDil ji min bir ahî dilPir şirînê, nazenînêKuştime wê ez bi dînêDêm ji şana hingivînêDil ji min bir ahî dilŞox û şengê gul ji rengêXwînxwerê, Teymûrî LengêDame ber top û tivengêDil ji min bir ahî dilWê delalê dil li balêSerwebejnê gul ji xalêEbriwên wek nûn û dalêDil ji min bir ahî dilTê ji banî lê giranîBoşîya gulreng hilanîRoj û heyv bûne xuyanîDil ji min bir ahî dilDêmspi xalgewr û sorêBûne çember bisk li dorêHer du ebrû birne jorêDil ji min bir ahî dilEbriwên xar û ziravikDêm û bisk bûn dav û danikLê dema da min silavikDil ji min bir ahî dilWê silav da min bi çavaAgirek berda hinavaWey Xwedo mala te avaDil ji min bir ahî dilDil ji min bir şox û nazêWê çi kin qêrîn û gazêKetme tora borcewazêDil ji min bir ahî dilKetme tora keyxwedayêMin dema awir vedayêDane dil lerzîn û tayêDil ji min bir ahî dilLê dema dilber vewestaMersefa qehwê bi destaSed xwezî min jê bixwestaDil ji min bir ahî dilÇend qedeh şerbet ji lêvaMin vexwarin, lê ji rê vaDest bezîne her du sêvaDil ji min bir ahî dilEz ji wê dîdar û dînêKetme nêv pêlên evînêMa çi daxwaz e ji jînê?Dil ji min bir ahî dilEbriwên wek heyv û dasêBejn û bala serw û asêDa me şerbet wê bi tasêDil ji min bir ahî dilBisk li ser dêman belayêZilf bi ser de rengê layêWek Huseynê KerbelayêDil ji min bir ahî dilBiskbitêlê serbizêrêLê benî berdane jêrêAwirên wek şûr û şêrêDil ji min bir ahî dilNewqziravê rû ji tavêLê gulî wek bend û davêDil ji nişka ketye navêDil ji min bir ahî dilSerbizêrê, biskbitêlêXanima bajar û êlêDame ber tîrêj û pêlêDil ji min bir ahî dilKeyxwedayê şarezayêEz birim birca serayêMin dema destê xwe dayêDil ji min bir ahî dilDest bire ser mil ji rê veŞerbeta leymûn û sêvaXanimê da min ji lêvaDil ji min bir ahî dilLêvşirînê peyveqendêRengê berfê sîng û zendêMin ku dî dil ketye bendêDil ji min bir ahî dilPorşevê rû rengê rojêLê bi çavan dil disojêDûrîya wê rengê dojêDil ji min bir ahî dilLêvşirînê, hingivînêMin dema lêv hingivînêAgir û pêta evînêDil ji min bir ahî dilPir çelengê xweş ciwanêLêv ji sorê erxewanêEbrû wek heyv û kevanêDil ji min bir ahi dilEbrûheyvê qendelêvêPaxila ko sêv di nêvêMin dema dest birne sêvêDil ji min bir ahî dilBejna şaxê nû şivînêDêm ji rojê porşevînêEw dema hatî civînêDil ji min bir ahî dilEw bi şev hate civînêZerkirasê bê kitanêNazikê wê meşgiranêDil ji min bir ahî dilNazikê şox û şepalêDêmdirê gerdenşemalêEbriwên wek nûn û dalêDil ji min bir ahî dilDêmdira ebrûşikestîŞê gulî berdan bi mestîMin ji dev maçek dixwestîDil ji min bir ahî dilKanîya ava HesarêMin ji dev şerbet vexwarêEz di ber de ketme xwarêDil ji min hir ahî dilSerxweş im ez mest û gêj imXwîn ji çavan ez dirêjimLê nizanim ez çi bêjimDil ji min bir ahî dilXwîn ji çavan ez dinalimTim bi qîr û ah û nal imDilciwan im pîr û kal imDil ji min bir ahî dilPîr û kal im dil ciwan eHer wekû kul tê nemaneYar bi lêvên erxewaneDil ji min bir ahî dilYar bi wan destan û zendaPêçîyên wek mûm û findaŞerbeta lêvan bi min daDil ji min bir ahî dilBorcewazê, gewr û nazêGawirê, wê dilberazêGuh neda qêrîn û gazêDil ji min bir ahî dilSerbizêrê, penceşêrêAgirek berdaye dêrêGeh bi xencer, geh bi kêrêDil ji min bir ahî dilKanîya zêr û diravaWê bi tîrên her du çavaWey Xwedo mala te avaDil ji min bir ahî dilNewqziravê serdiravêHer demê bedlakî tavêWê bi dêmên rengê tavêDil ji min bir ahî dilKeskesorê, mû bi morêÊzdîya Şengal û TorêGeh bi nazî, geh bi zorêDil ji min bir ahî dilRonîya çavên te SeydaYa ji ber bû şêt û şeydaCarekê çi bikî me xeydaDil ji min bir ahî dil

声明:本站不存储任何音频数据,站内歌曲来自搜索引擎,如有侵犯版权请及时联系我们,我们将在第一时间处理!