LRC歌词

Kî me ez?
Kurdê Kurdistan
Tev şoreş û volqan
Tev dînamêt im
Agir û pêt im
Sor im wek etûn
Agir giha qepsûn
Gava biteqim
Dinya dihejî
Ev pêt û agir
Dijmin dikujî
Kî me ez?
Ez im rojhilat
Tev birc û kelat
Tev bajar û gund
Tev zinar û lat
Ji destê dijmin:
Dijminê xwînxwar
Xurt û koledar
Ji Rom, ji Freng
Di rojên pir teng
Bi kuştin û ceng
Parast, parast
Parast min ev rojhilat
Kî me ez

Rojhilatê nêzîk
Rojhilatê navî
Ev bajar û gund
Ev bej û avî
Ket bin destê min
Pî da ser dijmin

Min bi ceng û şer
Zanîn û hiner
Pişta wî şikand
Serî lê gerand
Ez bûm padîşah
Xurt û serbilind
Ketin destê min ta sînorê Hind
Kî me ez?

Kî me ez?
Kurdê serfiraz
Dijminê dijmin
Dostê haştîxwaz
Ez xweş mirov im
Ne hirç û hov im
Lê çi b'kim bê şer
Dijmin naçî der
Bav û kalê min
Dijîn tev serbest
Naxwazim bijîm
Ta ebed bindest
Kî me ez?

Divê ez derxim
Dijminê xwînxwar
Şahê efyûnkêş
Jontirkê dijwar
Serbest bijîm ez
Wek hevçaxê xwe
Dilxweş bixwim ez
Rez û baxê xwe
Çekan hilgirim derkevim meydan
Rêçek nû çê kim ji boyî insan
Kî me ez?

Ez im ê şikand leşkerê Rêşar
Min bi xwîna xwe parastî ev war
Di sînga dijmin ez bûme kelem
Xwe dan ber sîya min Turk û Ecem
Li ser serê min
Sinbil û kulah
Serê hespê min
Digirt padîşah
Ez im ew gernas
Ew Selahidîn
Bipirs ji Dimyat
Bipirs ji Hetîn
Kî me ez?

Ez im Erdeşîr
Ew Noşîrewan
Kesrayê mezin
Bê tac û eywan
Dostê kevnare
Ko bûne dijmin
Ser ditewandin
Ber agirê min
Ez im ew qelaş xurt û pehlewan
Xerac min distand ji Hind û Yewnan
Kî me ez?

Ez im ev gernas ez im ev mêrxas
Belê ez im Kurd
Îro ez mame
Bindest û zigurd
Ew tac û eywan
Tev çûn û rizîn
Dijmin nav û deng
Tev ji min dizîn
Xistin laşê min mîkrobên teres
Ta bûm perîşan bê nav û nekes
Kî me ez

Ez im ew Kurdê ser hişk û hesin
Îro jî dijmin ji min ditirsin
Bîna barûdê
Kete pozê min
Dixwazim hawîr
Biteqim ji bin
Dîsa wek mêra
Bikevin çîya
Naxwazim bimrim
Dixwazim bigrim
Kurdistana xwe
Axa Mîdîya
Kî me ez?

Kawey hesinker bav û kalê min
Perçiqand serê Zehakê dijmin
Ji gerdena Kurd
Wî şikand zencîr
Serê me parast
Ji birîn û şûr
Roja hat kuştin xwînmijê dilsoz
Goya dibêjin: - Ew roj e Nûroz
Zivistan diçî
Ew rojên nexweş
Parêz dibî Kurd
Ji dêwê zergeş
Wesan dibêjî Zerdeştê rêzan
Ehreman dişkê Hirmiz tê meydan
Kî me ez?

Ez im ê çê kir ev cejn û Nûroz
Divê bistênim
Wilo nemênim
Bigrim tol û doz
Fermandar bim ez
Li ser Kurdistan
Bo min bimênin
Ev bax û bustan
Ev şax û ev deşt
Rez û şînahî
Bigrim destê xwe
Dilxoş û şahî
Zana û xwenda
Dezgevanên xurt
Vî warî bigrin
Bikin ronahî
Kî me ez ?

Ez im ew Kardox Xaldêwê kevnan
Ez im ew Mîtan, Nayrî û Sobar
Ez im ew Lolo
Kardok û Kudî
Ez im Mad û Goş
Horî û Gudî
Ez im Kurmanc û Kelhor, Lor û Gor
Ezim, ez Kurd im, li jêr û jor
Çend hezar sal in
Kurdistana min
Perçe perçe ma
Bin destê dijmin
Kî me ez?

Îro ji Lor û Kelhor û Kurmanc
Ji dest xwe berdan ew text û ew tac
Bûne olperest
Bi tizbî û xişt
Ta dijmin şikand
Li me ser û pişt
Me dan bin lingan dewlet û hebûn
Bûn dijminê hev perçe perçe bûn
Ta ko Kurdistan
Ta ko Kurdistan
Jar û perîşan
Kete bin destan
Kî me ez?

Ez im ev milet ez im ejdeha
Ji xewa dîlî şîyar bûm niha
Dixwazim wek mêr
Dixwazim wek şêr
Serê xwe hildim
Çi serbilind im
Bi cihan carek
Ez bidim zanîn
Rêçika Markis
Rêçika Lenîn
Kurê Guhderz û Ferhad û Rustem
Kurê Salar û Şêrgoh û Deysem
Bejinbilind im
Wek dêw bilind im
Ez destdirêj im
Serbest dibêjim
Dixwazim bi lez
Gavan bavêjim
Kî me ez?

Ne xwînxwar im ez haştîxwaz im ez
Serdarê me ye gernas û nebez
Em şer naxwazin
Divên wekhevî
Em paş ve naçin
Dijmin direvî
Ji bo mirovan em tev dost û yar
Bijî Kurdistan bimrî koledar
Kî me ez?

文本歌词

Kî me ez?Kurdê KurdistanTev şoreş û volqanTev dînamêt imAgir û pêt imSor im wek etûnAgir giha qepsûnGava biteqimDinya dihejîEv pêt û agirDijmin dikujîKî me ez?Ez im rojhilatTev birc û kelatTev bajar û gundTev zinar û latJi destê dijmin:Dijminê xwînxwarXurt û koledarJi Rom, ji FrengDi rojên pir tengBi kuştin û cengParast, parastParast min ev rojhilatKî me ezRojhilatê nêzîkRojhilatê navîEv bajar û gundEv bej û avîKet bin destê minPî da ser dijminMin bi ceng û şerZanîn û hinerPişta wî şikandSerî lê gerandEz bûm padîşahXurt û serbilindKetin destê min ta sînorê HindKî me ez?Kî me ez?Kurdê serfirazDijminê dijminDostê haştîxwazEz xweş mirov imNe hirç û hov imLê çi b'kim bê şerDijmin naçî derBav û kalê minDijîn tev serbestNaxwazim bijîmTa ebed bindestKî me ez?Divê ez derximDijminê xwînxwarŞahê efyûnkêşJontirkê dijwarSerbest bijîm ezWek hevçaxê xweDilxweş bixwim ezRez û baxê xweÇekan hilgirim derkevim meydanRêçek nû çê kim ji boyî insanKî me ez?Ez im ê şikand leşkerê RêşarMin bi xwîna xwe parastî ev warDi sînga dijmin ez bûme kelemXwe dan ber sîya min Turk û EcemLi ser serê minSinbil û kulahSerê hespê minDigirt padîşahEz im ew gernasEw SelahidînBipirs ji DimyatBipirs ji HetînKî me ez?Ez im ErdeşîrEw NoşîrewanKesrayê mezinBê tac û eywanDostê kevnareKo bûne dijminSer ditewandinBer agirê minEz im ew qelaş xurt û pehlewanXerac min distand ji Hind û YewnanKî me ez?Ez im ev gernas ez im ev mêrxasBelê ez im KurdÎro ez mameBindest û zigurdEw tac û eywanTev çûn û rizînDijmin nav û dengTev ji min dizînXistin laşê min mîkrobên teresTa bûm perîşan bê nav û nekesKî me ezEz im ew Kurdê ser hişk û hesinÎro jî dijmin ji min ditirsinBîna barûdêKete pozê minDixwazim hawîrBiteqim ji binDîsa wek mêraBikevin çîyaNaxwazim bimrimDixwazim bigrimKurdistana xweAxa MîdîyaKî me ez?Kawey hesinker bav û kalê minPerçiqand serê Zehakê dijminJi gerdena KurdWî şikand zencîrSerê me parastJi birîn û şûrRoja hat kuştin xwînmijê dilsozGoya dibêjin: - Ew roj e NûrozZivistan diçîEw rojên nexweşParêz dibî KurdJi dêwê zergeşWesan dibêjî Zerdeştê rêzanEhreman dişkê Hirmiz tê meydanKî me ez?Ez im ê çê kir ev cejn û NûrozDivê bistênimWilo nemênimBigrim tol û dozFermandar bim ezLi ser KurdistanBo min bimêninEv bax û bustanEv şax û ev deştRez û şînahîBigrim destê xweDilxoş û şahîZana û xwendaDezgevanên xurtVî warî bigrinBikin ronahîKî me ez ?Ez im ew Kardox Xaldêwê kevnanEz im ew Mîtan, Nayrî û SobarEz im ew LoloKardok û KudîEz im Mad û GoşHorî û GudîEz im Kurmanc û Kelhor, Lor û GorEzim, ez Kurd im, li jêr û jorÇend hezar sal inKurdistana minPerçe perçe maBin destê dijminKî me ez?Îro ji Lor û Kelhor û KurmancJi dest xwe berdan ew text û ew tacBûne olperestBi tizbî û xiştTa dijmin şikandLi me ser û piştMe dan bin lingan dewlet û hebûnBûn dijminê hev perçe perçe bûnTa ko KurdistanTa ko KurdistanJar û perîşanKete bin destanKî me ez?Ez im ev milet ez im ejdehaJi xewa dîlî şîyar bûm nihaDixwazim wek mêrDixwazim wek şêrSerê xwe hildimÇi serbilind imBi cihan carekEz bidim zanînRêçika MarkisRêçika LenînKurê Guhderz û Ferhad û RustemKurê Salar û Şêrgoh û DeysemBejinbilind imWek dêw bilind imEz destdirêj imSerbest dibêjimDixwazim bi lezGavan bavêjimKî me ez?Ne xwînxwar im ez haştîxwaz im ezSerdarê me ye gernas û nebezEm şer naxwazinDivên wekhevîEm paş ve naçinDijmin direvîJi bo mirovan em tev dost û yarBijî Kurdistan bimrî koledarKî me ez?

推荐音乐

声明:本站不存储任何音频数据,站内歌曲来自搜索引擎,如有侵犯版权请及时联系我们,我们将在第一时间处理!